Home| Mein Profil | Registrieren| Logout       Nachrichten; ()   

 Donnerstag, 25.04.2024, 18.26.52 RSS 

Du bist "Gäste"im Kurd-Forum 


[Neue Beiträge · Teilnehmer · Forumregeln · Suche · RSS ]
  • Seite 1 von 1
  • 1
Forum » Hobbies & Interessen » Gedichte » kurdische SMS Sprüche
kurdische SMS Sprüche
EvînDatum: Mittwoch, 11.03.2009, 15.09.34 | Nachricht # 1
Dile Kurd-Forum
Gruppe: Benutzer
Nachrichten: 107
Überprüfungen: 0%
Status: Offline
Hevi

Min di jîyana xwe de
sê tist hez kir, TE,
DILÊ XWE Û HÊVÎKIRIN,
min TE hez kir,
çimki ew TU bû, min
DILÊ XWE hez kir,
çimki wê jî te hez
kiribû, û HÊVÎKIRIN,
çimki ez hêvi dikim,
TU min rojek hez
bikî û bê HÊVÎ
nehele

ÇAVRESA MIN

Ez çavê te mêze
dikim, Stêrkek
dibînim, Ez nizanim,
Ew ez im , ez nîn
im, Ger ew ez bim,
ez naxwazim ew stêrk
ti rojek roniya xwe
wînda bike çavresa
min –{@

EVÎN

Navê te evîn, TU bi
xwe evînek î, roja
min te dît, min ne
tenê te naz kir, min
evîna xwe jî naz kir,
ez ne te, ne jî
evîna xwe dixwazim
wînda bikim, TU û
EVÎN bo min dil û
can in, dil bê can,
can jî bê dil nabe
evîna min –{@

KEJÊ

Tayên porên te wekî
tava rojîn in,
dibirikin, tarîyê
ronî dikin, çavên te
yên hêþîn wekî gulên
hêsîn in ên li ser
erdê, TU ronîya çavê
min î, ne çavê min
bê roniya xwe dikare
bibîne, ne jî ez
dikarim bê te bijîm
–{@

Ez û Tu, erd û
ezman, em ji hev dûr
ketinin, kî me dûr
xist ? ez ezman bim,
tu erd , emê xwe
dîsa bigihînin
hevûdu

HÊSIRÊN ÇAVÊN TE

Megrî megrî, hêsirên
çavên te erd û ezman
bin avê de hiþt,
bêje, delala min,
bêje, evîna min,
bêje, çavresa min,
çima ew hêsiran ji
çavê te dirijin, ez
dilê xwe jê bikim û
berbend bikim, xwîna
dilê min birije, lê
bila ew hêsirên
çavên te nerijin –{@

ROJDA

Te roj da min, te
ronî da min, te dil
da min, te evîn da
min, ROJDA , xwedê,
te bo min daye

GULA MIN

Gula min, gula sor,
gula zer, gula kesk,
TU gula nîsana kurd
û kurdistan î. Ez ne
te, ne jî kurd û
kurdistan berdidim,
min we kiriye dil û
can –{@

Tu ketîyî xewnên
min, tu ketîye dilê
min, tu ketîye ruhê
min, ez çi bikim ?

Ji te dûr im, te
nabînim. Li ser te
ez ciger xwîn im. Çi
bêjim ko nikarim
bêm, di îro tu cem
min nîn î,
CIGERXWÎNA MIN

KÎ ME EZ ?

Ez im ez, bo te
dinalim, bo te
dimrim, ez bo te
dihelim, TE min tenê
hiþtîye, te min bê
dil hiþtîye, li te
digerim , nabînim,
ez bê te najîm,
nejîyam û ezê
nikaribim bijîm ger
tu neyî

Eger rojek lêvên te
ziwa bin, ez bo te
çem û newalan tînim,
eger rojek çavên te
tarî bin, ezê bo te
tav û roj bînim,
eger rojek te evînek
geriye, ezê bo te
xwe û dilê xwe bînim

Eger rojek te bo min
got, erê, tu
bizanibî, ew roj bo
min roja rojbûn
dayikbûn e.

Min xwast, ez te ji
bîr bikim, wexta
çavê te hat bîra
min, min wê çaxê
dizanibû, ez nikarim
te ji bîr bikim,
çimki, tu ronîya
çavê min î, tav û
roj, ez û tu

Wexta tu bawer nakî,
ez bi devê xwe
dibêjim, EZ TE HEZ
DIKIM; wê çaxê li
çavê min mêze bikî û
bixwine; EW TE HEZ
DIKE; BAWER BIKE

Eger rojek em li cem
xwedê hat cem hev û
xwedê ji min pirs
kir, tu çima li dû
min nehatîye, wê
çaxê ezê bêjim, min
biborîne; EVÎNA MIN
(TU) ser û dilê min
biribû, ez li dû wê
çûm, TU ( xwedê) min
diþewutînî
naþewutînî tu dizanî

Ez jîyana xwe de du
kor naz dikim, yek
EZ, ji evîna te kor
bû me, yekê din
nabînim, yek jî TU,
tu nabînî, ez te
çiqas hez dikim

Eger tu dixwazî
bizanibî, ez te
çiqas hez dikim, wê
çaxê dest bavêje ser
dilopên baranan,
dilopên te girtiye,
ewqas tu min hez
dikî, dilopên te
negirtiye, ewqas jî
ez te hez dikim

Eger tu GULEK di nav
çolên afrîka-sahara
be, ez dîsa te
bernadim û bi
hêsirên çavê xwe av
dikim, jîyan didim
te û xwe

Ma agira bûye arî
dîsa diþewute ? Ma
ava bûye berf dewam
diheriqe ? Ev çavên
ji te hez kirine û
te dîtîye, çawa
dikare yekê din hez
bike û bibîne ?

Eger qelem/pênûs ji
destê min bigrin û
nehêlin ez
binivsînim, wê çaxê
ez canê xwe dibirim
û dinivîsim; EZ TE
HEZ DIKIM, kesek
nikare me biqetînin

Eger þev û roj ewqas
dirêj bin, çawa ez
te difikrim, ewê ne
roj , ne jî þev
were, ez her dem te
difikrim, min þev û
roj biserûbin kiriye

Ewqas ez ji te hez
dikim, min ji xwedê
hez bikira, xwedê
min dikir pêximber,
lê TU ? te min çi
dikir ?

Tu wekî stêrkên
ezmanan, ronî, rind
û dibiriqî, lê ez
bêjim, ew bi sedan
in, lê TU bo min yek
î, STÊRKA MIN

Eger tu hêsirek di
çavê min ba, ez qet
nedigirîyam, ji bo
ku, ez te carek jî
winda nekim

Min dixwast ez gulek
bam, ji bo ku , te
min carek bêhn
bikira, ez biketama
dilê te û qet
derneketema heta
mirinê

Dîsa þevek dirêj bê
xewn, dîsa tenê TE
difikirîm, dîsa
êvarê girîyam, dîsa
sibe bû, min digot
belkî her tiþt
bidawîbû, lê ev hat
hêþ û mejûyê min; Ez
TE dîsa hez dikim,
ez bê te nikarim

Hîva li ser ezman
tenê bo te dibiriqe
û dibêje; MIN ji bîr
meke, Ew bo TE
agahîyek tîne û
zirav zirav gûhê te
de dibêje; Xewnên
xwe de min bibîne

Ez kûr kûr wêneya te
mêze dikim, dixwazim
TU li vir be, lê TU
ne li vir î, ji min
dûr î, birîna min kûr e

Tu evîn hez dikî, ji
evîn evîntir evîna
min e, ji hezkirina
min hezkirintir dîsa
hezkirina min e

Tu pirr keçik bibînî
û tu bawer dikî ew
TE hez dikin, lê tu
bizanibî, ji min
zêdetîrn kesek TE
hez nake

TU STRANEK DEH CARAN
GUHDARÎ DIKÎ Û TU
TEZE DIBÎNÎ EW STRAN
ÇIQAS XWESIK E, TU
ZÎLAMEK NAZ DIKÎ, TE
WÎ BELKÎ HER ROJ
DÎTÎYE; LÊ TU TEZE
DERDIXÎ; TU WÎ HEZ
DIKÎ Û EW JÎ EZ IM---{@

Ez te pirr hez
dikim, dilê min bo
TE pirr germ dibe,
nizanim çawa ji te
re bêjim ? Nizanim
tu jî min hez dikî
nakî ?

EZ SÊ GULAN BO TE
DISÎNIM; GULA ZER BO
BASBÛNA TE; GULA
HÊSÎN BO DÎSA DÎTINA
TE, Û GULA DAWÎN JÎ
hêdi-zirav BI TIRS
DISÎNIM Û DIBÊJIM;
EZ TE HEZ DIKIM,
çavresa min ---{@

Eger tu hêsirek çav
biba, ez ti car
nedigirîyam, ji bo
ku ez te wînda
nekim, lê min
nikarîbû hêsirên
çavê xwe bigirta ?
Ma min te wînda kir?

EGER TU LI EZMANEN
MÊZE DIKÎ Û TE DÎT,
STÊRKEK KET , TU
BIZANÎBÎ; EW EZ BÛM;
MIN JI BÎR MEKE

Ez te hez dikim, ez
nikarim dilê xwe
bisekinînim, ew bo
TE lê dixe, EW
dibêje, ma emê kînga
bizewîjin ?

ROJA TU JI DAYIK BÛ
; ROJEK BI BARAN BÛ;
LÊ RASTÎYA XWE BARAN
NEDIBARÎ; EZMAN
DIGIRÎYA; ÇIMKÎ; EW
EZMAN STÊRKA XWE YA
XWEÞIKTIRÎN Û
RINDTIRÎN WINDA
KIRIBÛ; EW JÎ TU BÛ

WEXTA TU LI BA MIN
BÛ; EW DEMEK
GIRANBIHA BÛ; WEXTA
TU ÇÛ; MIN WÊ ÇAXÊ
DÎT; TU NE
GIRANBIHA; TU
NEKIRÎNBAR Î

Min bo çi ev SMS
nivîsand ? YEKÎ GOT
TE MIN JI bîr
kirîye, MA EV RAST E?

HÎV DERÛDORA ERDÊ
DIGERE, ERD DERÛRODA
TAV Û ez jî derûroa
te digerim

Min gulek bêhn
kiribû, derzîyê gul
min birî, xwîn
rijîya, min
nivîsand, EZ TE HEZ
DIKIM

BÊHNVEDANEK , ez te
hez dikim, TU JÎ
BÊHNA XWE VENADÎ ?

Ez çavê xwe digirim
û TE difikirim, TE
dibînim, ez destê
xwe didim ser lêva
xwe û TE digerim

ROJA MIN DEV JI TE
BERDA; EW ROJ MIRINA
MIN E, JI TE
DESTJÊBERDAN Û
MIRINA MIN YEK IN

HEZKIRINA TE BO MIN
SIVIK BÛ; LÊ
BÎRKIRINA TE PIR
GIRAN E

…SMS-ek bo TE, ez Te
maç dikim, ger tu
bixwazî, ez Te her
dem maç bikim, vê
SMS-ê dîsa bixwîne;
EZ TE MAÇ DIKIM

EGER SEV BE; TARÎ
BE; TE STÊRKEK BI
DERD Û KUL DÎT, TU
BIZANIBÎ EW EZ IM

MIN QET ji bîr meke,
qet ji bîr meke,
eger te min carek ji
bîr kir, wekî carek
din min meke serê
xwe û heta mirinê ji
bîr bike

TU PIR DÛR NÎN Î ;
TU PIR NÊZÎK JÎ NÎN
Î ; NIZANIM , TU LI
KU YÎ ?

Tê bîra te, TE
gotibû, TU min hez
dikî ? Îcar bersîv
didim TE, NA ez te
hez nakim , biborîne :J

XWEZILA EZ BA BIBAM,
MIN EW PORÊN TE
BIWEZANDA; EZ TAV
BAM; MIN CANÊ TE
HINIK BIKIRA Û EZ
HÎV BAM; MIN HER SEV
LI TE MÊZE BIKIRA

Bê xewn nikarim
rakevim, bê hêsir
nikarim bigîrim, bê
ronî nikarim bibînim
û bê TE nikarim
bijîm –{@

MIN QET MELEKEK
NEDÎTIBÛ; MIN TE
DÎT, EZ DIZANIM
MELEK ÇAWA NE; EW
MELEK AZRAÎL JÎ BE;
DÎSA EZ JÊ NATIRSIM,
HEZ DIKIM

Pirr sivik e, ez
bêjim, ez TE hez
dikim, lê pirr giran
e, ez bêjim EZ te
berdidim

Wexta ez serê sibe
zû hîþyar bûm, tav
lê çavê min xist,
min dizanibû, tu jî
hîþyar bûyî, çimkî,
To tava ronaîya çavê
min î

QET BI StÊRKAN BAWER
MEKE, ÇIMKÎ; EW
DIBIRIKIN Û
DIÇILMISIN; QET BI
GULAN BAWER MEKE; EW
BÊHN DIDIN Û DîSA
HIÞK DIBIN; LÊ BI
MIN BAWER BIKE; DILÊ
MIN TENÊ YA TE YE Û
EZ TE HEZ DIKIM HETA
MIRINÊ

Nizanim baran çima
dibare, erd þil
bûye, çem û newal
bin avê da mane, ma
eyyy BARAN tu
dixwazî çavên min jî
þil bikî ? Ma ew
jixwe ÞIL IN ber
hêsirên çavên min bo
EVÎNA min –{@

Eger rojek tu
dixwazî hez bikî,
ewil xwe hez bike,
dûra min, çimkî, min
te wekî xwe hez
kiribû

Du gulên me hebin,
yek sor, yek spî.
Gula sor a te be, a
spî a min be, eger
te min ji bîr kir,
bila ew gula sor
biçilmise, lê eger
min te ji bîr kir,
bila ew gula spî
bibe kefena min bo
mirinê

BAWERÎYA TE BI
GOTINÊN; ez te hez
dikim NEBE; BAWERÎYA
TE BI HÊSIRÊN ÇAVÊ
MIN HEBE; ew bo te
di dirijin

Ji min re gotin,
JÎYAN lîstikek e û
role herî giran da
min, gotin JÊ HEZ
BIKE; min hez kir,
dûra gotin, ji bîr
bike, min wê çaxê
dît, ez lîstikvanek
xerab im, çimkî, min
nikaribû ji bîr
bikira

Çima çavên te dizî
dizî mêze dikî ? Ma
ew çavan tiþtek
vediþerin ?

Berê ez ji TARÎBÛN
ditirsîyam, ji
BARANAN direvîyam,
îro jî TARÎBÛN bûye
bextê min û BARAN jî
hêsirên çavê min

Wexta êvar bû, tu
raket, derî û pacan
bigire, çimkî, ez
dibehecim, wexta
stêrk û hêvî li te
binêrin

EVîNA MIN DOÞEGA TE
BE, HEZKIRINA MIN
LEYÎFA TE BE, DILÊ
MIN BELÎFA TE BE,
XWESIK Û RINDIK
RAKEVE ÇAVREÞA MIN

EGER TU EWQAS KOR
BÛYÎ; TU MIN NABÎNÎ;
TU BIZANIBÎ; EZ JI
TE KORTIR BÛME; EZ
NIKARIM EVÎNA XWE JI
TE RE BÊJIM

Min sond xwaribû, ez
te ji bîr bikim,
wexta hêsirên çavên
min barî, min
dizanibû, min derew
kirîye, ez nikarim
TE ji bîr bikim

ROJÊn SIRÎN Û BAÞ BO
TE BIN; TU HÊJAYÎ
VAN ROJAN Î; EGER
ROJEK HAT; TE MIN JI
BÎR KIR; XEM NAKE;
CANÊ TE SAX BE

Rojek evîna min PIRS
kir, evîn çi ye, min
got, rojek bide min,
ez bifikirim, roja
din min wê bi yekê
din re dît, ez
hêdî-hêdî çûm cem wê
û min got, TÊ BÎRA
TE, TE PIRS KIRIBÛ
evîn çî ye ? EZ
BERSÎVA XWE ANHA
BIDIM; EVÎN DERDEK
KÛR E; TU JI MIN DÛRE

MELEK BO HER EVÎNEK
LÊDAWîHATÎ DIGRî, TU
BIZANIBî; îro
melekek girîya

ÎSEV DIZÎ BIKEVE
XEWNA MIN, MIN MAÇ
BIKE, MIN HEMÊZ BIKE
Û DÛRA LÊXE BIÇE, EZ
TE BIGIRIM; EZ TE
BERNADIM

DIBÊJIN; SIBÊ BASTIR
DIBE, MA ÎRO NE SIBA
DO yÊ ? (Bê HÊVÎ ME)

Tu dibêjî, EZ ji TAV
hez dikim, lê tu
direvî bin daran, Tu
dibêjî, ez ji BARAN
hez dikim, lê tu
SEMSÎYA XWE VEDIKÎ;
ez ditirsim, tu
bêjî, ez TE hez
dikim, tu ji min jî
BIREVÎ --------{@
HÊVÎYA TE ME

EZ SARAB DIDIM TE;
SERXOÞ NEBE, EZ
GULEK DIDIM TE;
NEçILMISÎne, EZ DILÊ
XWE DIDIM TE,
NEÊSÎNE

TE HER ROJ DIGOT;
KESEK MIN HEZ NAKE;
MIN DIXWAST EZ HÊDÎ
BIKEVIM CEM TE Û
BÊJIM; EZ te hez
dikim

JI MIN RE GOTIN,
DINYA GLOVER E, MA
TU ÇU; TU ÇIMA
VENEGERîYA BA MIN ?

XWEDÊ HÊZBÛN DAYE
XORTAN, RINDBÛN DAYE
KEÇAN, MA KÎ DÎTÎYE,
HÊZBÛN DIJÎ RINBÛN
WÎNDA KIRîYE ?

LÊV DIKARIN DEREW Û
VIRAN BIKIN, LÊ ÇAV
RASTÎYAN TI CAR
NIKARIN VESIRIN

MIN XEZERAN KEÇIK
DÎTIN , EW WEKÎ
STÊRKAN BÛN; LÊ MIN
DEV JI TAV BERNEDA;
ÇIMKÎ; TENÊ AGIRA
TAV DIKARE, SEWATÊN
DILÊ MIN DADÎNE, EW
TAV TU YÎ –{@ ( ma
tu nabinî ?)

LI BER DERÎ EVÎN
MEKE; ÇAVÊ EVÎN KOR
E; MERIV NIZANE, ÇI
DIBE NABE; LÊ ÇAVÊ
CÎNARAN KOR NÎN IN,
XWE JI WAN VESIRIN

 
Forum » Hobbies & Interessen » Gedichte » kurdische SMS Sprüche
  • Seite 1 von 1
  • 1
Suche:


Copyright MyCorp © 2024