Home| Mein Profil | Registrieren| Logout       Nachrichten; ()   

 Donnerstag, 28.03.2024, 18.16.56 RSS 

Du bist "Gäste"im Kurd-Forum 

Einloggen
Statistik
Insgesamt online: 1
Gäste: 1
Benutzer: 0

Wer war heute hier
Unsere Umfrage
Welche Themenbereiche sind euch im Forum wichtg ?
Antworten insgesamt: 50
Hauptseite » 28.03.2024
 
BAR$ » Charles Darwin û Apê Mûsa
Charles Darwin û Apê Mûsa
21.04.49

Mîrhem Yigit   

Navê meqaleyekê ji yên Apê Mûsa Anter wuha ye:

„ Ez û Platon“.

Mûsa di tevahiya vê gotara xwe de rewşa xwe û ya Pilaton, şertên xwe û yên wî, malbata xwe û ya wî, mamosteyên xwe û yên wî, dide ber hev, dixe du aliyên mêzênê û bi hev re miqayese dike.

Destpêk û rêzên ewil jî wuha ne:

„ Hûn dê niha bêjin Mûsa tu li ku û Pilaton li ku“, tu jî radibe xwe bi kê re muqayese dikî, ma wuha dibe ? „ Xemnake em herdû jî, ez jî û Platon jî em evdên Xwedê ne“ .

Îca tiştê Apê Mûsa ji bo xwe û Platonê girekî dibêje, em jî em dê ji bo wî û Charls Darwinê Ingilîz bêjin û îro navê meqaleya xwe jî bikin Charles Darwin û Mûsa.

Nebêjin ev çi bihevrebûn e, çi têkiliya van herdû navan heye bi hev re, Mûsa li ku û Darwin li ku ?

Ev kombînasyona dunavî ne bêbingeh e. Hem jî gelekî bi xwurtî û ji ber nîqaşa di rojevê de ku li der û dora Charls Darwin diçe û tê.

Cîhan cardî bûye du birr, du şiqên mezin, alî û firaksiyon: Alîgirên Darwin û yên dê û bavê me Adem û Hewwa.

Kombînasyona Darwin û Mûsa û navê meqaleya me jî bi vir ve pêwendîdar e.

Binerin çawa:

Mûsa girtiye. Demeke di Tugaya Mêrdînê de di bin asaq û îşkenceyan de ye. Ew ne cara ewil e li vir, hejmara girtin û binçavkirinên xwe, bi xwe jî tam nizane Mûsa. Roja bêheqaret, bê lêdan û bi bêhurmetî tune. Di bîranînên Mûsa de behsa van rojan heye.

Rojekê efserekî garnîzonê bi hejmarek leşker re dadikeve îşkencexaneya Mûsa lê. Çavên Mûsa girtîne. Subay wê wextê xwe derbas bike, bêriya tinazan kiriye, di nav bêbaviyên vê neyargehê de, ne tenê sadîzm, belê bêhnikên wuha jî, qerfpêkirin û henekpêkirin jî hene.

Dipirse Efser: Mûsa, dibêjin tu mirovekî xwendayî, tu xwedî serpêhatî û tecrûbeyî, tu ji min re nabêjî, em ji Adem û Hewwa ne, yan mîna Darwin dibêje em ji heywan û meymûnan in ?

Mûsa meselê fêm dike, derdê efser zane û bi giş aqilmendiya mûsayî, pilatonî û sokratî, û ji cîhekî û pêde jî diyojenesî wuha bersivê dide:

Ezbenî, dema ez bala xwe didim me mirovan, tiştên em tînin serê hev, pêhn û kulmiskên em li hev didin, hilkirin û rakirina neynûkan, perçekirina serê însanan, şikenandina laş û bedenên ciwan, pîsîtî û xerabiyên em di hev de dikin,hevdûgevizandinên di nav xwînê de, dalqandin û lêdana li însanan, bi rojan bêxwarin, bêvexwarin, bêxew û bêxweşûştinhiştina wan, bêhtir qeneeta ku, tiştê Darwin dibêje, wê rastir be li ba min çêdibe, tesbîtên Darwin nêzîktirî aqilan xwiya dikin.

Îca sala Apê Mûsa ev gotin salên 80 î bû.

Îro dema Qetlîamên Helebçe, Qamişlo, Gazî û Hewlêrê Bîrên Botaşê, bîst hezar wundayên bêserûşûn di rojevê de ne, generalên mîna Velî Kuçuk, Hurşit Tolon, Necati Ozgen, Levent Ersoz û Hwd. em nas dikin, meyla me jî ber bi tesbîta Apê Mûsa de dadgere û fikra ku ev mexlûqat, ne mikun e ji Adem û Hewa, belê ji meymûnan, beraz û segan, heta ji hirç û keftaran bin xwurtir dibe.

Tebînî: Spas ji Enstîtuya Kurdî jibo Lêkolîn û Zanistiyê li Elmanyayê jibo mecaldayîna belavkirina vê nivîsê…
Anhänge:
Kategorie: | Aufrufe: 900 | Hinzugefügt von: kurd-forum | Rating: 0.0/0 |
Kommentare insgesamt: 0
Nur registrierte Benutzer können Kommentare hinzufügen.
[ Registrieren | Login ]
Nüçe kalender
«  März 2009  »
Mo.Di.Mi.Do.Fr.Sa.So.
      1
2345678
9101112131415
16171819202122
23242526272829
3031
Suche
Partnerseiten


Menü
Nûçe / Aktuelles
Veranstaltungen [4] Nachrichten Inland [10]
Nachrichten Ausland [26] Kurdish Music news [5]
Aktuelles aus der kurdischen Musikscene


Copyright Kurd-Forum © 2024