Home| Mein Profil | Registrieren| Logout       Nachrichten; ()   

 Freitag, 19.04.2024, 02.14.29 RSS 

Du bist "Gäste"im Kurd-Forum 


[Neue Beiträge · Teilnehmer · Forumregeln · Suche · RSS ]
  • Seite 1 von 1
  • 1
Forum » Bildung / Biographien/ Kultur Nach obenNach unten » kurdische Weisheiten / Ciroken Kurdi / kurdische Sagen » Çîroka Feqîr
Çîroka Feqîr
herzflammeDatum: Montag, 02.03.2009, 01.32.59 | Nachricht # 1
Gula Kurd Forum
Gruppe: Administratoren
Nachrichten: 321
Status: Offline
Çîroka Feqîr

Mirovek Feqêr, lê bêhed û bê`hîsab dekzan û fenek bûye harcar karê wî xapandin û dek û dolab li serê xelkê çêkirine. Rojek bala xwe didê wayê yekê dewlemend di rêyek de diçe . Feqîr dilezîne tere xwe digihîne dewlemend û dibêje:

-roj bas.

Wey roj bastir feqîr.

-tu bi kude diçe?

Wele, ezê herim vî gundî.

_gelek base..! ji xwe ez jî li hevalek digerîyam wayê Xweda tu da em bihevre bibin heval hetanî wî gundî.

Herdû pir çûn hindik çûn rastê avek hatin, feqîr di dilê xwe de gut ahhaa..! bi Xwedê karê min lê hat ezê evê dewlemnd bi xapînim.

Feqîr got: Axa, tu nayê em têkevin avê xwe hinek hinik bikin, ji xwe hewa jî pirr germ e û pasa emê li rê ye xwe herin?

Axa didilê xwe de got evê feqîr kîye ku ez pêrê têkevim avê, ji xwe serme ku ez bûme hevalê wî. Lê Axa ya dilê xwe neda zanîn, ji feqîr re got: wayê hewa xwese em herin wê bastir be.

Lê Feqîr ji ser ya xwe nehat xwarê île wê dekek li serê dewlemend bihûne. Herdû hinek ji li rê çûn rastê avek du avê din jî hatin eynî pirs û eynî bersîv dan hev, lê di ava sisyan de Feqîr pir îsrar kir û dewlemend jî nexwest dilê wî vê carê jî biskime got:

De were em dikevin avê tu ewqas îsrardike.

Herdûya dest bi derxistina cilan kirin lê Feqîr cilê wî hemi yê kevn, qetyayî û pirtêlî ye hemî bi bendan biheva girêdayî bû, Feqîr xwe li bendê cilê xwe mijûlkir?û Dewlemnd bi carek cilê xwe derxist û ket avê.

Feqîr got: Axa ka ez dijimêrim tu hetanî çendan dikere dibinê avê de bimine? Ji xwe ya dilê Feqîr jî ew bû ku deka xwe bicîh bîne.

Axa xwe nuqê binê avê kir û Faqîr jî cil û bergê xwe û yê dewlemend girt û saerîoyo tu biu qurbana lingabe çû hey çû

Dewlemend jî hetanî karîbû dibin avê de ma û serê xwe ji bin avê deranî û pêra pirsî bû çend? Û dewlemend ava ser çavê xwe paxij kir û çava xwe vekir li hawirdorê mêzekir malkê tu xirabe ne Feqîr e û nejî cil û berg e Axa li wur rûtû tezî ma.

Axa got heyra ev çibû hat serê min? evê feqîr çikir? Naha yekê nas min di vî halî de bibine wê ji min re çi bêje..! û ya bas ewe ku ez herim xwe li cîkî vesêrim heta bû êvar û tarî ket erdê ez herim mal û Axa çû ket nav giha û li binê darek rûnist.

Axa dît kevokek hete li ser darê venist û bû qeba qiba wê û xwend. bi dengê xwendina kevokê re ruvîyek belek dilî dirêj jêrde ji nav newalê derket het û got:

Roj bas xwuska kevok.

-roj bastir birayê rovî.

Pistî kevokû rovî pirsa halû wextê hev kirin rovî waha got:

H`era wele em ewqas dotmam û pismamin, lê min hê nedîtîye ka hûn çawa radizên xwuska kevok?

-mala te..! ma wexta razanêye? birakê rovî..! wextê razanê hat ezê nisanê te bidim ka em kevok çawa radizên.

Li ser îsrarkirina rovî kevokê her du baskên xwe rakir û serê xwe xist binê baskên xwe û got: em kevoka waha radizên. Wextê kevokê serê xwe xist binê baskê xwe hema rovîyê fenek hisk bi pasitûyê kevokê girt û got: wele ez pê hesîyame ku te ji bavê min re xinber daye heeeee& ! ezê îro te bixum.

Kevokê îdî zanî ku rovîyê fenek li sewrê wê fen çêkir û kevokjî nedixwest bibe xwarina rovî. Kevokê got:

Bira, hey hewar hey merez te xêre..! mal xirab ne em dotmam û pismamên hevin tuyê çawa min bixwe?

Lê gotina kevokê pere nedikir ji ber ku rovî biryara xwe dabû ku kevokê bixe. Hema di cîde kevokê jî di serê xwe de fenek çêkir û got:

Birakê rovî wele ez zanim tu yê min bixwe, de ka wesyetê apo yanî bavê xwe bi cî bîne, de tu min dixwe jî dîsa bixwe!

Rovî got: wesyeta bavê min çîye?

-wextî em zarokbûn hertim bavê te ji me re digot: zarokno, we çiqas xwarin girtin hetanî hûn nebêjin Elhemdûlîlah...! hûn wê xwarinê nexun..!

Rovî di dilê xwe de got ji vîya hêsan tir çi heye.

Rovî got: Elhemdûlîlah, û devê xwe vekir û kevokê got pirrrr...ji devê rovî firda û çû dîsa li ser darê venistî û rovîyê fenek jêlîve wusan melûl melû li kevokê nêhêrî.

Kevokê got: Birakê rovî xêre..! tu wusan `ecebmayî li min dinêre?

- Rovî got: ez di dîya wî bigêm ê ku hetanî têr nexwe bêje Elhemdûlîlah..!

- Kevokê jî got: ez jî di dîya wî bigêm ê ku hetanî xwa wîneyê razê& !

- Axa jî, ji binê darê rabû û dibêje: Ez ji di dîya wî bigêm ê ku hetanî av jî re lezim nebe têkeve avê

silaven dilovani smile


Verlernen wir uns zu freuen, so verlernen wir am Besten anderen weh zu tun!!!
 
Forum » Bildung / Biographien/ Kultur Nach obenNach unten » kurdische Weisheiten / Ciroken Kurdi / kurdische Sagen » Çîroka Feqîr
  • Seite 1 von 1
  • 1
Suche:


Copyright MyCorp © 2024