Home| Mein Profil | Registrieren| Logout       Nachrichten; ()   

 Donnerstag, 28.03.2024, 19.01.18 RSS 

Du bist "Gäste"im Kurd-Forum 


[Neue Beiträge · Teilnehmer · Forumregeln · Suche · RSS ]
  • Seite 1 von 1
  • 1
Forum » Hobbies & Interessen » Gastronomie, Küche, Rezepte » Tirşika Bacanan (Meftûne)
Tirşika Bacanan (Meftûne)
herzflammeDatum: Montag, 02.03.2009, 01.23.47 | Nachricht # 1
Gula Kurd Forum
Gruppe: Administratoren
Nachrichten: 321
Status: Offline
Tirshika Bacanan (Meftûne)

Malzeme

1 kg. goshtê pez (Sing – binê parxanan)

1 kg. bacan

6-7 heb fringî

6-7 diran sîr

Kefçiyek ard

Nîv îskanê avê, simaq

Û xwê

PIJANDIN

Gosht tê şûştin. Paşê tevlî îskaneke av, berî nava beroşê didin. Piştî ku avê xwe kişand, qaşilê firingiyan jê tê kirin, tên hûrkirin û li gel îsotên ku gir hatine hûrkirin, berî ser goşt didin. Piştî ku goşt nerm bû, bacanên belek qeşarî û bi qasî 2-3 cm2 hûrkirî, ku di şoravkê de maye, berî ser beroşê didin. Hetanî ku sebze derdikevine ser avê, ava simaqê berî ser didin. Amadekirina ava simaqê: simaqa teze, û kefçiyek ard di nav niv litre av de hinek tê rawestandin û paşê ji sefika têlîn berî ser beroşê didin. Xwarin germ tê raxistin û sîra pelçiqandî cuda datînin û her kes li gor daxwaziya xwe li ser xwarina xwe dike.

AMADEKIRINA AVA SIMAQÊ

Bi çend cure rêyî tê amadekirin.

1. Iskanek simaq, du iskan av, kefçiyeke çayê xwê li nav hev dixin û demek didine rawestandin. Dû re hêkek dişkênin û li hev didin û berî ser vê avê didin. Paşê li ser agir dikelînin. Kefa ku bi ser avê dikeve jê tê girtin û avêtin. Ava pembeyî ya di bin de dimîne ji bo xwarinan tê bi kar anîn. Ji vî karî re dibêjin ”Rêya Spîkirin, an jî Gewrkirina Simaqê”.

2. Îskanek av, kefçiyeke çayê xwê, kefçiyeke xwarinê ard li nav hev dixin. Bi qasî nîv saetî tê rawestandin û paşê bi safika têlîn tê sefandin. Ava simaqê amade ye.

Dîsa bi heman rêyî, li şûna bacanan; bi gerih, kundir, baqil, kereng, sêv û xiyar jî ev tirşik (meftûne) tê çêkirin Ji bo meftûneya ku bi kundirê zivistanê tê çêkirin, tirşiya cûr jî tê bi kar anîn. Di pijandina bi vî rengî de, piştî ku goşt dipije, kundir li nav dikeve.

silaven dilovani smile


Verlernen wir uns zu freuen, so verlernen wir am Besten anderen weh zu tun!!!
 
Forum » Hobbies & Interessen » Gastronomie, Küche, Rezepte » Tirşika Bacanan (Meftûne)
  • Seite 1 von 1
  • 1
Suche:


Copyright MyCorp © 2024